Mem Ararat · May 17, 2026
Ev demeke dirêj e ev melodî li ser zimanê min bû kû melodiyek gelerî ye û gelek versiyonên wê zimanên cûda jî hene.Sermerselê bi Grekî,bi Ermenkî, bi Kurdî û Tirkî û herweha bi çend zimanên din jî hene. Di kurdî de versiyona herî nêzî wê stranê ji hêla hunermendê nemir Mihemend Arif ve bi navê "Nekî Nekî" hatiye gotin. Bi tirkî jî weke "Sallasana Mendilin" gelekî berbelav e. Min gotinên bi Kurmancî jê re nivîsand û piştî konsera Batmanê bi awayê spontane me tomar kir li gel rêhevalên min yê muzîkjen. Ev dîmen jî ji kulîsa me ye. Û herweha ji bo keda wan ez gelek spas dikin ji hevalên xwe yên muzîkjen re. Bi hêvî me hun jê hezkin. Bîne Bîne Ez çûm nav baxçê gulan Bêhn vedane sosinan Min ji wê yarê maçek xwest Ne got erê ne got na Bîne bîne wê yarê bîne Xêliya sor bi ser de bixemilîne Heger ew nebe ya min Wê bibe sebeba min Heger ew nebe ya min Wê bibe mirina min Mala wan li jora malan Darek tuyê di hewşê da Min pirsî keça kê ye Ew keça mîrê Kurdan Min pirsî keça kê ye Ew keça begê Milan Min pirsî keça kê ye Ew keça Mîrê Kurdan Bîne bîne wê yarê bîne Xêliya sor bi ser de bixemilîne Heger ew bibe ya min Wê bibe jiyana min Heger ew bibe ya min Wê bibe jiyana min Pekusyon: Kerem Can Aslan Lavta : Hüseyin Can Pala Tembûr: Özkan Ulucan Bilûr: Deniz Pektaş Gîtara Klasîk: Îlkan Pala Gîtara Bas: Denîz Înal Mîks û Masterîn: Ertan Keser Gotin : Mem Ararat Muzîk : Gelerî (Çavkanî Hesen Zîrek/ Mucteba Mîrzade) https://itunes.apple.com/tr/album/xewna-bajarek%C3%AE/1413995218?l=tr https://open.spotify.com/album/0J8dt8FzCBXpErfxpyNdV7 https://twitter.com/araratmemm https://www.facebook.com/araratmemm https://www.instagram.com/memararat__official https://www.youtube.com/c/MemArarat